Hêzên Îranê 3 kes kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Xumeynê yê eyaleta Navendî gule li 2 otomobîlan reşandin û 3 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Îranê dane, hêzên ewlehiyê şik û guman ji 2 otomobîlan kirine û gule li wan reşandine.
Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Xumeynê jî bûyer piştrast kir û ragihand ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin
Her wiha hat gotin ku kesên ev êriş pêk aniye hatine desteserkirin lê belê derbarê hejmar û erkên wan de ti agahî nehatine parvekirin.