ÎRAN - Aktrîsa navdar Taraneh Elîdostî hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Aktrîsa navdar a navneteweyî Taraneh Elîdoostî di çarçoveya xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hat girtin.

Ajansa nûçeyan a Tasnim ragihand ku Taraneh Elîdostî ya 38 salî roja Şemiyê bi hinceta belavkirina agahiyên "derew û berevajî" û "tehrîkkirina kaosê" hatibû desteserkirin.

Li gorî nûçeyê lîstikvana girtî Elîdoostî bi tohmeta “weşandina naverokên derew û berevajîkirî”, “kişkişkirina serhildanê” û “piştgiriya komên dijberên Îranê” hatiye tawanbarkirin.

Piştre Elîdostî bi hinceta "Piştgiriya xwepêşandanên li dijî rejîmê yên li welêt", "parvekirina naverokên derew û berevajîkirî" û "kişkişkirina xwepêşandanan" hatiye girtin.

Elîdostî gelek caran li ser medya civakî piştgiriyê dabû xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn

Taraneh Elîdostî li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî xwe yê bê serpoş û di destê wê de pankarta "Jin, Jiyan, Azadi" li ser nivîsandî parvekiribû.

Elîdostî di 8ê Berfenbarê de bertek nîşanî bidarvekirina kesê bi navê Muhsîn Şikarî û wiha gotibû “Bêdengiya we tê wateya piştgiriya zilm û zaliman. Rêxistinên navneteweyî yên ku li xwînrijandinê temaşe dikin û gavan navêjin, şerma mirovahiyê ne.”

Taraneh Elîdostî bi rola xwe ya di fîlma "Furuşende" (Firoşyar) de, ku di sala 2016an de xelata Oscarê ya fîlmê herî baş a biyanî wergirtibû.