Rêberê Îranê: Amerîka û Ewropa ne cihê baweriyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê li Tewrêzê di gotarekê de behsa bûyer û geşedanên girêdayî Îranê yên li ser asta cîhanê kir. Xaminêyî Konferansa Warşo weke nîşana hêrsbûn û bê eqlî ya dijiman û weke hewleke dijminatî li hember Îranê da zanîn û got, Amerîka û Ewropa ne cihê baweriyê ne.
Elî Xamineyî careke din, nerînên xwe bo welatên rojavayî dubar kirin û got, ew ne cihê baweriyê ne, heta welatên Ewropî jî ku van rojan zêdetir pişta Îranê digrin.
Xamineyî şîret li berpirsên Îranê kir û got: "Raspardeya min bo berpirsan ew e ku bi dek û dolavên dujmnan neyên xapandin, dijmin sûd ji rêyên cuda werdigre, hin caran didanê xwe derdixe, hin caran destê xwe û carnan jî girnjînên xwe nîşan didin, wata girnjînên hin ji wan weke derxistina didanê wan be. Rojavayî hîle û lîstikan dikin, lê belê niha Amerîka ew yek derbas kiriye û xencera xwe rakiriye, Ewropî jî bi heman awayî tevdigerin."
Tevî vê yekê jî, Ewropayî tekez li ser parastina rêkeftina etomî dikin, bê dabînkirina berjewendiyên aborî yên Îranê, parastina vê rêkeftinê zehemet e, lewma welatên Ewropayê piştî çend mehan, tedbîrên bazirganî û pevguhertina pareyan damezrandin, daku bendewariyên Îranê bêne cih, lê Îran wê yek bi pêwîst nabîne û dibêje, vebdewariyê wan di asta herî kêm de jî nehatine bicihanîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Behram Qasimî jî li ser destbikarbûna mekanîzma darayî ya navbera Ewropayê û Îranê û daxwaza Ewropayê bo pebandûna bi peymana FATFê ragihand: "Ez ti pêwendiyek di navbera wan de nabînim û erkê Ewropayê ye ku divê mîkanîzmek çalak bike û di dawiyê de bixe warê bicîkirinê. Em çaverê dikin ku zû ev mîkanîzim bikevin warê bicîkirinê û ji vê yekê em ne bê hêvî ne, lê divê berdewam ligel wan biaxivin û ew jî berdewam helwestên me bizanibin û agahdarî wê yekê bin ku ka dê çiqase sebir û çaverêya me berdewam be."
Welatên Ewropî bo bicîkirina tedbîrên darayî yên bo pêwendiya bi Îranê re ku bi INTEX tê naskirin, merc danîne ku divê Îran konvansyonên FATFê îmze bike û pabendî wê bibe.
Projeyasaya ji bo şefafiyet û pevguhertina bankî û rûbirûbûna çavkaniyên darayî yên terorê ji aliyê parlamentoya Îranê ve hatiye îmzekirin, lê belê piştî redkirina wê ji aliyê Encûmena Çavdêriya Destûrê ve, ew projeyasa niha di Encûmena Destnîşankirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê de tê gotûbêjkirin.
Li gor ku rayedarên hikûmeta Îranê ragihandine, ew proje yasa di Encûmena Destnîşankirina Berjewendiyên Komara Îslamî de jî rastî gelek pirsgirêkan hatiye û tê gotin, ku zehmete were pesendkirin.
Parlementer Hişmetullah Felahetpîşe dibêje, projeyasaya Palermo deng bidest naxe û rewşa CFT jî ji wê xirabtir e, ev di demekê de ye ku moleta FATF bi Îranê di demeke nêzîk de dawî pê tê û ev dezgeh vê hefteyê dê biryarê bide ku Îran bikeve lîsteya reş an na û eger ku bikeve lîsta reş, dê Îranê rûbirûyê gelek pirsgirêkan bibe.