Îranê 10 sal ceza da 2 hevjînên Brîtanyayî: Londonê bertek nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) – Malbata du hevjînên Brîtanyayî ku ji destpêka sala 2025an ve li Îranê girtî ne, ragihand ku dadgeheke Îranê bi tohmeta "sîxuriyê" 10 sal cezayê girtîgehê li wan biriye.
Hikûmeta Brîtanyayê jî ev biryar wekî "neşîrîn" pênase kir.
Lindsay û Craig Foremanên ku temenê wan di navbera 50 û 60 salî de ye, meha Kanûna Paşîn a 2025an dema ku bi motorsîkletê ji bo gerekê di nav axa Îranê re derbas dibûn, li parêzgeha Kirmanê hatin girtin.
Joe Bennettê kurê wî jin û mêrî di daxuyaniyekê de biryara darizandina dê û bavê xwe eşkere kir û got:
"Wan her tim tohmet red kirine.
Me ti belge nedîtine ku tohmeta sîxuriyê piştrast bike."
Bennett her wiha dilgiraniya xwe ya kûr a li ser tenduristiya dê û bavê xwe û "nediyariya pêvajoya darizandinê" anî ziman û diyar kir ku darizandinê tenê sê demjimêran ajotiye û rê nehatiye dayîn ku ew parastina xwe bikin.
Berteka tund a Londonê
Li hêla din, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê ev biryar şermezar kir û ragihand:
"Ev ceza bi temamî neşîrîn e û bê hincet e.
Em dê ji bo ku Craig û Lindsay bi silametî vegerin Brîtanyayê, li gel hikûmeta Îranê li ser vî karî bixebitin."
Yvette Cooperê tekez kir ku dabînkirina alîkariyê û parastina silametiya wî jin û mêrî di karên wan ên pêşîn de ye.
'Di bin navê geştyariyê de'
Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr ragihandibû ku ew welatiyên Brîtanyayî "di bin navê geştyariyê de" derbasî Îranê bûne û berî ku werin girtin mijûlî komkirina agahiyan bûn.
Niha Lindsay Foreman di beşa jinan a Girtîgeha Evînê ya li Tehranê û hevjînê wê Craig jî di beşa siyasî ya heman girtîgehê de ne.
Saziyên navneteweyî yên mafên mirovan her tim rewşa xerab a wê girtîgehê rexne dikin.
Kurê wî jin û mêrî dibêje ku dê û bavê wî bûne "qurbaniyên alozîyên jeopolîtîk" ên di navbera Tehran û welatên Rojava, bi taybetî jî Amerîka û Brîtanyayê de.
Malbata Foremanan di salvegera girtina wan de, daxwaznameyek ku bi deh hezaran kesan îmze kiribû pêşkêşî hikûmeta Brîtanyayê kiribû û xwestibû ku ji bo berdana wan hewlên zêdetir werin dayîn.