Rekora reş a li Îranê: 7 hefte ne înternet nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina NetBlocksê ragihand ku qutbûna înternetê ya li Îranê ku bi biryara hikûmeta Îranê hatibû kirin, 50 roj derbas kir.
Ev yek di dîroka Îranê de qutbûna herî dirêj a înternetê ye.
Malpera NetBlocksê ya ku çavdêriya înternetê ya li cîhanê dike eşkere kir:
"Niha Îran 7 hefte ne ji înterneta cîhanî qut e û dema qutbûnê gihîşt nêzîkî 1200 saetan."
NetBlocksê destnîşan kir ku vê gavê zerereke mezin gihandiye debara jiyana piraniya Îraniyan û mafên mirovan.
Qutbûna înternetê ya li Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê yên 28ê Sibatê dest pê kir.
Li gorî NetBlocksê, ji 5ê vê mehê ve ev qutbûn di dîroka Îranê de wekî dema herî dirêj hatiye tomarkirin.
Înterneta navxwe dixebite
Di dema vî şerî de tenê pergala navxwe ya Îranê dixebite.
Ev pergal tenê rê dide xelkê ku malperên navxwe vekin.
Ji bo gihîştina nûçeyên cîhanî û torên qedexekirî yên wekî Instagramê, hinek welatî VPNyê bi kar tînin.
Her wiha hejmareke gelekî kêm a xelkê înterneta Starlinkê bi kar tîne ku ew jî li wî welatî qedexe ye.