Şêwirmendê Rêberê Îranê li dijî Amerîkayê gef xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da Amerîkayê û got, "Serdema ferzkirina ewlehiyê ya ji aliyê deryayan ve bi dawî bûye û her fîtneyek dê bersiva wê hebe."
Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê ji bo Kar û Barên Navneteweyî Elî Ekber Wîlayetî îro peyameke gefxwarinê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Elî Ekber Wîlayetî di peyama xwe de qala dorpêçên Amerîkayê yên li ser welatê xwe yên li Tengava Hurmizê kir û got:
"Serdema ferzkirina ewlehiyê ya ji aliyê deryayan ve bi dawî bûye."
"Dê bersiveke zincîreyî hebe"
Elî Ekber Wîlayetî her wiha destnîşan kir, "Her fitneyek dê bersiveke zincîreyî ya Îranê li pey xwe bîne."
Peyama şêwirmendê Mucteba Xaminêyî di demekê de ye ku 8ê Nîsanê, Amerîka û Îran gihiştibûn peymaneke agirbesta demkî ya du hefteyan.
Piştre, li Îslamabada paytexta Pakistanê û bi navbeynkariya wî welatî, dest bi dan û standinan kiribûn lê civîn bê encam ma.
Rojane 20 milyon bermîl
Tengava Hurmizê ku rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol di wir re derbas dibe, niha bûye navenda milmilaneyeke cîhanî.
Îran rûbirûyî dorpêçeke deryayî ya Amerîkayê bûye ku dahata petrola wî welatî daxistiye "sifir"ê.
Ev rewş ne tenê metirsiya hilweşandina agirbestê û destpêkirina careke din a şer bi xwe re tîne, her wiha bihayê petrolê jî di bazarên cîhanî de derxistiye ser 120 dolaran.