Îran: Heta ku dorpêça deryayî bidome dan û standin çênabin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku eger Amerîka dorpêça deryayî ya li Tengava Hurmizê bidomîne Tehran dê tevlî gera nû ya dan û standinan nebe.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî, agahiyên xwe spartin berpirsekî Îranî.

Li gorî nûçeyê, eger dorpêça deryayî bidome Îran beşdarî dan û standinan nabe.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî gera yekem a dan û standinên bi Amerîkayê re bihevguhertina peyaman didome.

Lê hat destnîşankirin ku ji ber dorpêça li Tengava Hurmizê, Îranê hîn jî biryar nedaye ku şandeya dan û standinan bişîne Pakistanê.

Dan û standin bêencam mabûn

Şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû, 8ê Nîsanê bi agirbesteke demkî hatibû rawestandin.

Piştî vê yekê Tehran û Washington 11ê Nîsanê li Pakistanê ji bo agirbesteke mayînde li hev civiyabûn.

Hevdîtinan nêzîkî 21 saetan ajotibû lê ti encam derneketibû.

Berpirsên Îranê diyar kiribû, sedema ku lihevkirin û çarçoveyeke hevpar pêk nehatiye daxwazên "zêde" yên Amerîkayê ne.

Sînordarkirinên li Tengava Hurmizê

Li aliyê din Îranê doh Tengava Hurmizê ji bo çûn û hatina hemû keştiyên bazirganiyê vekiribû.

Lê Amerîkayê ragihandibû ku ew dê "dorpêça deryayî" ya li ser Îranê bidomîne.

Li ser vê yekê Îranê daxuyandibû ku wan careke din sînordarkirin daniye ser çûn û hatina ji Tengava Hurmizê.