Medyaya Îranê: Em ji bo destpêkirina şer amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Îranê, tevgera leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê gihîştiye asteke “bêmînak.”

Hate ragihandin ku Îran xwe ji bo hemû îhtîmalan amade kiriye.

Di nav wan îhtîmalan de îhtimala êrişeke ji nişkave ya li ser giravên li Kendav û Tengava Hurmizê jî heye.

Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê li ser zimanê çend çavkaniyên leşkerî ragihand, eger şer ducare dest pê bike, dê vê carê çembera şer gelekî berfirehtir bibe.

Li gorî ajansê, Tengava Bab el-Mendebê, pîşesaziya petrolê ya Aramcoyê, Bendera Yenbûyê ya Erebistana Siûdî û Bendera Fuceyrayê ya Îmaratê dê bibin armancên sereke yên êrişên Îranê.

Tevgera bi guman a Amerîkayê

Li gorî raporê, Tehranê bi rêya çavdêriyên xwe yên hûr çend tevgerên neasayî yên hêzên Amerîkayê tomar kirine ku yên herî girîng ev in:

1- Veguhastin û guherandina cihê gelek keştiyên şer ên Amerîkayê
2- Avakirina pireke asmanî ya mezin ji bo veguhastina kel û pelên leşkerî
3- Beşdarîkirina balafirên dêw ên cureyê C-17 û C-5 ji bo veguhastina çekan
4- Rahênanên leşkerî ji bo kontrolkirina girav û peravan li Behreynê
5- Firîna berdewam a dronên sîxuriyê yên Amerîkayê li ser giravên Îranê
6- Guherandina cihê gelek pergalên parastina asmanî yên Amerîkayê li herêmê

Du senaryoyên Îranê

Ajansa Tesnîmê di rapora xwe de li ser zimanê çavkaniyên leşkerî dibêje, Îran li hemberî van tevgerên Amerîkayê, du îhtîmalan li ber çavan digire û ji bo her duyan jî tedbîrên pêwîst wergirtine.

Senaryoya yekem: Amerîka dixwaze bi rêya van amadehiyên leşkerî “zexteke derûnî” çêbike da ku li ser maseya dan û standinan tawîzan ji Îranê werbigire.

Tehran dibêje ku wan pêşniyarên xwe li ser bingeha mafên xwe yên yasayî pêşkêş kirine û ew nakevin bin bara zextên Amerîkayê.

Senaryoya duyem: Amerîka qala gotûbêj û dan û standinan wekî “xapandineke leşkerî” dike da ku êrişeke nişkave bike ser giravên Îranê.

Ajansa Tesnîmê dibêje, “Amerîkî ji bo xapandina di dan û standinan de nermiyê nîşan didin; par wan ducare di dema gotûbêjan de êrişî Îranê kir, ji ber vê yekê em vê carê senaryoya şer wekî îhtîmala bihêztir dibînin.”

Gefa "saetên dojehî"

Li gorî ajansê, Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê ragihandine ku wan di du hefteyên borî de hemû amadehiyên xwe kirine.

Her wiha tekez kiriye, eger Amerîka û Îsraîl şer ducare bidin destpêkirin, dê ji bo hêzên wan “saetên dojehî û jibîrnekirî” dest pê bikin.

Her wiha Tehran hişyarî da ku ew dê vê carê “sebir neke.”

Tehranê got, eger binesaziya wê ya aborî bibe armanc, wê demê Îran dê rêyên avê yên navneteweyî û qadên petrolê yên herêmê (Aramco û Fuceyre) bi temamî rawestîne û wan bike armanca êrişên xwe.