Medyaya Îranê: Nêçîrvan Barzanî wekî serokê welat hat pêşwazîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de deng veda û hat gotin ku “Nêçîrvan Barzanî wekî serokê welat hatiye pêşwazîkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Îranê û beşdarî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû.

Nêçîrvan Barzanî, bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.

Serdana Nêçîrvan Barzanî, di medyaya Îranê de bûye rojev û giringiyeke mezin pê hatiye dayîn.

Nûr News: Serdan nîşaneya xwestina her du aliyan e ji bo xurtkirina pêwendiyan

Malpera Nûr Newsê ya nêzîkî Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku ew 17ê Gulanê ji bo beşdarbûna Foruma Diyalogê ya Tehranê de gihiştiye Tehrana paytexta Îranê û ji aliyê berpirsên Wezareta Karên Derve ya Îranê û Balyozê Îraqê yê Tehranê bi awayê fermî hat pêşwazîkirin û got:

"Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê di vê konferansê de wekî nîşaneya xwestina her du aliyan tê dîtin ji bo xurtkirina pêwendî û hevkariyê di warên ewlehî, aborî û siyasî de."

Tabnak: Barzanî dibêje pirsgirêka Kurdistanê bi tundî û tûjiyê çareser nabe

Malpera nûçeyan a Tabnakê, girîngî daye axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê yê di Foruma Diyalogê ya Tehranê de.

Tabnakê nivîsiye ku Nêçîrvan Barzanî di konferansê de behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Îran-Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye û got:

"Pêwendiyên me yên dîrokî, çandî û siyasî yên berfireh bi Îranê re hene û niha jî pêwendiyên me di hemû waran de pêş dikevin."

Malperê her wiha diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê di forumê de derbarê pêwendiyên dîrokî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ragihandiye:

"Îran welatek e ku em wekî welatiyên xwe qebûl kirin. Bîranînên me li Îranê her tim in.

 Her carekê ku ez têm Îranê, ez hez dikim carekê din serdana Ezîmiyeya Kerecê bikim. Gelek tiştên me yên hevbeş hene. Em Îranê wekî mala xwe dibînin."

Li gorî malperê, Nêçîrvan Barzanî di forumê de amaje bi pirsgirêka Kurdan a li herêmê kiriye û ragihandiye, "Pirsgirêka Kurdistanê bi tundî û tûjiyê çareser nabe."

Barzanî her wiha piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo xwebelavkirina PKKyê jî aniye zimên û gotiye:

"Tirkiyeeyê amadekariya xwe ragihandiye. Aliyan di pêvajoya niha de îradeya xwe ya cidî nîşan daye.

Her wiha me jî amadehiya xwe ji bo hevkariyê di vê pêvajoyê de nîşan daye."

Tora Şerqê: Nêçîrvan Barzanî wekî serok hat pêşwazîkirin

Tora Şerqê ku medyayeke mezin a dîjîtal e li Îranê, amaje bi serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê kiriye û û nivîsiye:

"Serokê Herêma Kurdistanê ya Îraqê ku bi armanca beşdariyê di Foruma Diyalogê ya Tehranê de hatiye Îranê, bi Mesûd Pizîşkiyan û paşê jî bi Ebas Eraqçî û Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya."

Şerqê her wiha daxuyandiye ku di hevdîtina di navbera Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî de, Alaya Kurdistanê jî li kêleka alaya Îran û Îraqê hatibû danîn.

Tora Şerqê derbarê civîna Mesûd Pizîşkiyan û Nêçîrvan Barzanî jî nivîsiye, " Barzanî di civîna bi Pizîşkiyan re, di asta serok de hat pêşwazîkirin."

Xeber Online: Barzanî dibêje di pêwendiyan de qonaxeke nû dest pê kiriye

Xeber Onlineya Îranê derbarê serdanê de nivîsiye, “Nêçîrvan Barzanî di forumê de amaje bi girîngiya pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê kiriye û tekez li ser vê yekê kiriye ku bi ti awayî rê nadin Herêma Kurdistanê bibe metirsî ji bo cîranên xwe û bi taybetî jî ji bo Îranê.”

Xeber Onlinebi girîngî dabaşa axaftina Serokê Herêma Kurdistanê ya bi zimanê Farisî ya di Foruma Diyalogê ya Tehranê de kiriye û gotiye ku Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê re kir û ragihand:

"Di şerê li dijî DAIŞê de Îran yekem welat bû ku alîkariya me kir û em dê zêdetir bipêşveçûnê bidin pêwendiyên xwe."

Malperê amaje bi gotinên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê girîngiya serdana xwe ya berê ya Tehranê û hevdîtina wî bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî kiriye û nivîsiye:

"Barzanî bawer dike ku hevdîtin û civîna bi Rêberê Komara Îslamî re, xaleke guherînê bû di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de."

Malper her wiha behs dike ku Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan a Îraq û Herêma Kurdistanê bi girîng dinirxîne û nivîsiye:

"Piştî serdana Mesûd Pizîşkiyan a Herêma Kurdistanê, di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de qonaxeke nû dest pê kiriye."

Mehrê ji devê Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê nabe bingehek ji bo têkdana ewlehiya Îranê”

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Mehrê di nûçeyekê de behsa destpêkirina Foruma Diyalogê ya Tehranê kiriye û bi girîngî qala beşdariya Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Mehrê Serokê Herêma Kurdistanê wekî yekî ji mêhvanên girîng ên konferansê bi nav kiriye û li pey çûye:

"Foruma Diyalogê ya Tehranê bi beşdariya 200 şand û amadebûna berpirsên payebilind ên 53 welatan dest pê kir û dê du rojan berdewam bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav beşdarên konferansê de ye."

Mehrê behsa hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê yên bi berpirsên payebilind ên Îranê re kir.

Vê ajansa Îranê amaje bi hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê yên bi Mesûd Pizîşkiyan, Ebas Eraqçî û Mihemed Baqir Qalîbaf re û kiriye û gotiye ku di hevdîtinan de her du aliyan tekezî li bipêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî jî pêwendiyên di warê aborî û çandî de kiriye.

Mehrê naveroka hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê ya bi Serokê Parlamentoya Îranê re eşkere kiriye û nivîsiye ku Mihemed Baqir Qalîbaf di hevdîtinê de ragihandiye:

"Baştirkirina pêwendiyan bi welatên cîran bi taybetî welatên Îslamî re, di nav kar û barên pêşîn ên hikûmet û parlamentoya Îranê de ye.

Bi lêkolîna dîroka hevkariyên di navbera wan de, niha jî pêwendiyeke gelekî baş di navbera Îran-Îraq û Herêma Kurdistanê de heye."

Li gorî vê ajansê, Qalîbaf tekezî li girîngiya bipêşvebirina pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kiriye û gotiye, bipêşvebirina pêwendiyên aborî dibe sedema aramî û ewlehiya li herêmê.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê her wiha behsa gotinên Nêçîrvan Barzanî yên di hevdîtinê de kiriye û nivîsiye,

"Barzanî di hevdîtinê de ragihand ku di demeke nêzîk de parêzgerên parêzgehên sînorî yên Îran û Herêma Kurdistanê dê li bajarê Sineyê bicivin û ev dikare gaveke girîng be ji bo hêsankirina kar û baran.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, em ewlehiya Îranê wek ewlehiya xwe dibînin.

Bipêşketinên mezin di mijarên ewlehiyê de çêbûne. Soza me ew e ku Herêma Kurdistanê nabe bingehek ji bo têkdana ewlehiya Komara Îslamî."

Tesnîmê ji devê Nêçîrvan Barzanî got: Pêwendiya me ya bi Îranê re dîrokî ye

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Nêçîrvan Barzanî di forumê û her wiha di hevdîtin û guftûgoyên xwe yên bi berpirsên Îranê re tekezî li girîngiya pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re kiriye û ragihandiye:

"Pêwendiya me bi Îranê re, dîrokî, çandî û zimanî ye. Nêzîkî ji sedî 60ê dan û standinên bazirganî yên Îranê bi Îraqê re, ji rêya Herêma Kurdistanê ne. Asta pêwendiyan jî roj bi roj ber bi başbûnê ve diçe."

Tesnîmê nivîsiye, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinên xwe de bi berdewamî behsa wê yekê kiriye, rast e ku di pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de gelek bilindî û nizmî hebûne lê piştî hevdîtina wî ya berê bi Elî Xamineyî û serokkomarê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî û her wiha serdana Mesûd Pizîşkiyan a Herêma Kurdistanê pêwendiyên di navbera her du aliyan de bi pêş ketine û " di pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de qonaxeke nû dest pê kiriye."

Pizîşkiyan ji Barzanî re: Em bi rastî we wekî birayê xwe dibînin

Ajansa Nûçeyan a Îsnayê, bi girîngî qala serdana Nêçîrvan Barzanî û hevdîtinên wî yên bi berpirsên payebilind ên wî welatî re kiriye û nivîsiye ku her du aliyan tekezî li bipêşvebirina hevkarî û pêwendiyan bi taybetî di warên bazirganî û veberhênanê de kiriye.

Îsnayê derbarê hevdîtina di navbera Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de agahî dan.

Li gorî Îsnayê, Pizîşkiyan di civînê de ji Serokê Herêma Kurdistanê re got:

"Em bi rastî we wekî birayên xwe dizanin û bi baweriya me di rêya hevkarî û têkiliyên hevbeş de em dikarin gavên mezin û bandorker ber bi pêşketin û geşepêdana herêmê ve bavêjin."

Li gorî rapora Îsnayê, Mesûd Pizîşkiyan di hevdîtinê de ragihandiye ku Îran û Herêma Kurdistanê dikarin di warên wekî sînor, bazirganî, aborî, veberhênan, zanistî û çandî de pêwendiyên xwe xurtir bikin û di vî warî de her du alî xwediyê şiyanên mezin in.