Almanyayê balyozxaneya xwe ya Tehranê girt
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber rewşa nearam wan balyozxaneya xwe ya li Tehranê girtiye û tenê karûbarên wan welatiyên Alman bi rê ve dibe ku vedigerin welatê xwe.
Almanyayê Balyozxaneya xwe ya li Tehrana paytexta Îranê girt.
"Hemû balyozxaneyên me yên li herêmê kar dikin"
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser girtina Balyozxaneya xwe ya Tehranê ji Rûdawê re axivî û got:
"Hemû balyozxaneyên me yên li herêmê kar dikin. Ji ber rewşa ewlehiyê ya nearam, balyozxaneya me ya li Tehranê ji bo serdanan girtî ye, lê hevkarên me ji bo vegera Almanan asankariyan dike."
Wezaretê da zanîn ku balyozxaneyên wan ên li Rojhilata Navîn kar dikin û tenê balyozxaneya li paytext Tehranê ji bo serdanên giştî girtî ye.
Heta îro sînorên bejayî yên di navbera Îran û Tirkiyeyê, Îran û Ermenistanê û Îran û Îraqê de vekirî ne.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got, "Sînorên di navbera Îran û Azerbeycan û Tirkmenistanê de ji bo hatûçûna asayî girtî ne.
Hikûmeta Federal a Almanyayê bi berdewamî hemû bijardeyên derketinê dinirxîne û bi rêya tîmên krîzê re li gel nûneratiyên li wê herêmê di nava pevguhertina zanyariyan a nêzîk de ye."
Li gorî zanyariyên Wezareta Derve ya Almanyayê ku dane Rûdawê, "Niha rewşa ewlehiyê ya nearam plana geşta bejayî zehmet kiriye.
Ji ber vê yekê daxwaz ji welatiyên Alman ên li wê herêmê tê kirin ku li ser berpirsiyariya xwe û bi berçavgirtina rewşa xwe ya kesane, stargehên ewle yên berdest û zanyariyên dezgehên ewlehiyê yên xwecihî, derfetên derketina bi rêya bejayî binirxînin."
Wekî ku amaje pê kiriye, wezaretê ragihand ku ji payîza sala 2023yan ve derbarê geşta ber bi Îranê ve wan hişyarî daye.