Serokwezîr Barzanî bi Elî Şemxanî re hevdîtin pêk anî
Tehran (Rûdaw) – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Elî Şemxanî re hevdîtin pêk anî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo civîna salane ya ewlehiya cîhanê çûye Îranê, piştî ku duh bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û Serokê Parlamentoyê Elî Larîcanî re civiya, îro jî hinek rayedarên din ên komara îslamî re hevdîtin kir.
Nêçîrvan Barzanî îro bi alîkarê Serokomarê Îranê Îshaq Cehangîrî û Sekreterê Encumena Asayişa Millî Elî Şemxanî re rûnişt.
Ti daxuyaniyek fermî li ser naveroka hevdîtinên Serokwezîr Barzanî bi rayedarên îranî re nehatiye dayîn lê tê texmînkirin ku di wan civînan de pêwendiyên Hewlêr û Tehranê, rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê her wiha şerê DAIŞê hatibûn axaftin.