Ruhanî: Têkçûna rêkevtina etomî dê ji bo cîhanê zirar be
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku têkçûna peymana etomî dê ji bo hemu welatên cîhanê zirar be, ji ber vê yekê divê hemî alî hewla parastina berjewendiyên navneteweyî bidin.
ji Serokomariya Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku têkçûna peymana etomî dê ji bo hemu welatên cîhanê zirar be û dive Amerîka bizane ku ew ne serokê cîhanê ye.
Hesen Ruhanî anî ziman ku Amerîka jî weke hemû welatan tenê welatek e, û got: “Têkçûna peymana etomî dê ji bo cîhanê zirar be. Ji ber vê yekê dive hemû alî hewla parastina berjewendiyên navneteweyî bidin. Dorpêç û sizayên Amerîkayê dê zû yan dereng biqedin, nikare wan zêdetir bidomîne."
Ruhanî herwiha daxwaz ji welatên cîhanî kir ku li dijî biryarên Amerîkayê derkevin.