Îtilaata Îranê: Şiyana serbazî ya aliyên dijber zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Îtilaata Îranê, Mehmûd Elewî ragihand, asta rahênan û şiyana serbazî ya hêzên dijberî Komara Îslamî, li navçeyên sînorî zêdetir bûye.

 

Mehmûd Elewî li parlamentoya Îranê axivî û got, niha hewlek heye ji bo ku hêzên opozîsyona Komara Îslamî li hev nêzîk bibin.

 

Bi gotina Elewî, li navçeyên Rojhilatê Kurdistan û Belûçistanê, hêzên dijber bi kelûpel û otombîlên pêşketî çalakiyan dikin, di warê îstixbaratî de jî perwerdeya pêşketî dibînin.

 

Wezîrê Îtilaata Îranê careke din Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê bi piştevanîkirina li hêzên dijber ên Komara Îslamî tometbar kir û got, servîsên îstixbaratî yên wan welatan bi hemû şiyanên xwe hewl didin tîmên terorîstî organîze bikin.

 

Mehmûd Elewî diyar kir, bi piştgiriya Amerîkayê, aliyên cuda cuda yên opozisyona Îranê ku wî weke tevgerên dijî şoreşê, (navê ku bi fermî ji aliyê desthilatdariya Îranê ji grûpên opozisyonê re tê gotin), bi nav kir, nêzîkî hev dibin û hewl didin bêtir li gel hev hemaheng û hevkar bin.

 

Elewî tekez kir, niha rewşa ewlehiyê li Îranê ji rewşa çend salên berê cudatir e û da zanîn: “Em rastî rewşekê hatine, ku servîsên îstixbaratê yên welatên cîran û heta welatên dûr jî, bi hemû şiyanên xwe û rasterast li dijî ewlehiya Îranê ketine tevgerê û piştevaniyê li bizav û grûpên terorîstî dikin”.

 

Wezîrê Îtilaata Îranê destnîşan kir, di wan yek du salên dawiyê de bêtirî 64 civîn, konferans û semînar di navbera grûpên cuda yên netewî û opozisyonê de hatine lidarxistin û got, Wezareta Îtilaatê “eger berê 3 mehan carekê çavdêriya grûpeke terorîstî dikir”, niha hin caran “di heftiyekê de 2 tîmên terorê eşekere dike”.