Li Hemedanê balafireke leşkerî ya Îranê ket: Pîlot mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hemedanê ya Îranê balafireke perwerdeya leşkerî ya artêşa Îranê ket û di encamê de kesek mir.

Bûyer êvara pêncşemê li ser sînorê parêzgehên Merkezî û Hemedanê yên Îranê rû da.

Cîgirê Parêzgarê Hemedanê Hemze Omerayî îro destê sibehê ketina balafirê piştrast kir.

Beşa Pêwendiyan a Baregeha Nojeyê ya artêşa Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şeva pêncşemê balafireke wan a perwerdeyê di dema rahênana şevê de li Hemedanê ketiye.

Hat ragihandin ku di qezayê de pîlotek miriye û navê wî pîlotî Mehdî Fîrûzmend e.

Heta niha sedema ketina balafirê nehatiye zanîn.

Beşa Pêwendiyan a Baregeha Nojeyê ya artêşa Îranê da zanîn ku ji bo zelalkirina sedema bûyerê lêkolînên zêdetir tên kirin.