Îranê dest bi êrişeke nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan dest bi êrişeke nû kiriye.

Di van êrişan de baregehên leşkerî yên Amerîkayê û jêrxana leşkerî ya Îsraîlê hatine armanckirin.

Ev êriş di çarçoveya operasyona "Soza Rast a 4”ê de hatine kirin.

Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê îro daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê pêla 67an a operasyona " Soza Rast 4an "an bi navê "Ya Sahib ez-Zeman" dest pê kiriye.

He rwiha hat destnîşankirin ku ev êriş wekî tolhildana Berdevkê Supaya Pasdaran Elî Mihemed Naînî hatiye kirin.

Îro hatibû ragihandin ku Elî Mihemed Naînî di êrişekê de hatiye kuştin.

Baregeha Wefayê hate armanckirin

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêlê de Baregeha Asmanî ya Elî Selîm û navenda fermandariya dronan hatine armanckirin.

Di heman demê de navendên çaksaziya balafir û helîkopteran û navendên operasyonê yên hêzên hevpeymaniyê bi serkêşiya Amerîkayê bûn armanca van êrişan.

Supaya Pasdaran diyar kir ku pergalên mûşekan ên navîn û dûr, radarên hişyariya pêşwext û Baregeha Wefayê ya ku hêzên Amerîkayê lê kom dibin, hatine armanckirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ne tenê baregehên Amerîkayê hatine armanckirin her wiha radar û pergekên parastina asmanî yên li naverast, başûr û bakurê Îsraîlê jî bûne armanc.

Peyama ji bo Trump û Netanyahu

Supaya Pasdaran di dawiya daxuyaniyê de bi tundî bertek nîşanî serkirdeyên Amerîka û Îsraîlê da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Aqûbeta Sedamê zalim li benda Trump û Netanyahuyê tawanbar e."

Herwiha hat îdiakirin ku di vî şerî de têkçûn nîne û "serkeftin nêzîk e".

Êrişên hevpar

Êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.

Îranê jî heman rojê bi mûşekên balîstîk û dronan bersiv da.

Li gorî amarên Enstîtuya Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê, Îranê 20 rojên şer 467 mûşek û dron ber bi Îsraîl û welatên Kendavê ve avêtine.