Îran: Li cîhanê cara ewil me li balafira F-35 xist
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Kalîbaf ragihand ku li cîhanê cara ewil welatî wan li balafira F-35 xist.
"F-35 sembola quretiyê bû"
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Kalîbaf îro li ser platforma medyaya civakî Xê li ser xistina balafir şer a F-35 a Amerîkayê daxuyanî da.
Baqir Kalîbaf diyar kir ku Amerîka F-35 wekî semboleke "têkçûnneker" dibîne.
Wî îdia kir ku ew bi ser ketine û wan ew balafir xistiye.
Kalîbaf di parvekirina xwe de wiha got:
"F-35 ne tenê balafireke şer bû. Ew abîdeya têkçûnnekerî û quretiya artêşa Amerîkayê bû.
Dihat îdiakirin ku ti çav nikare wê bibîne û ew li ser hemû hêzan re ye, yanî semboleke îlahî bû.
Lê belê destê Xwedê di ser destên wan re ye."
Medyaya Îranê ji doh ve nûçeyan belav dike.
Di nûçeyan de tê gotin ku di nava sînorên welêt de balafireke şer a Amerîkayê hatiye xistin.
"Keliya hilweşîna qaîdeyekê"
Serokê Parlamentoya Îranê bal kişand ser wê yekê ku li cîhanê cara yekem e balafireke şer a F-35 dibe hedef.
Wî xistina balafirê wekî "keliya hilweşîna qaîdeyekê" nirxand.
Li aliyê din, şerê Amerîka, Îsraîl yê bi Îranê re ku 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû bi hemû dijwariya xwe didome.
Daxuyaniya CENTCOMê
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins jî li ser bûyerê daxuyanî da.
Tim Hawkins diyar kir ku balafira nifşê pêncem di çarçoveya "erka şer" de li ser Îranê difiriya.
Wî da zanîn ku balafir wê demê neçar maye bi lezgînî dakeve erdê.
Hawkins gotibû, "Firoke bi awayekî ewle daket erdê û rewşa pîlot baş e.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatibû kirin."