Wezîrê Derve yê Îranê canjidestdana Jîna Emînî wek "trajedî" bi nav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê canjidestdana Keça Kurd a 22 salî Jîna (Mehsa) Emînî wek “trajedî” bi nav dike û dibêje, ferman hatiye dan ku derbarê bûyera mirina wê de lêkolîn bê kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan di peyamekê de li ser Twitterê herwiha îdia kir ku mafê mirov bo Îranê “mîratekî bingehîn” e, berovajî ewên ku wê wek amûrekî ji bo nakokiyên xwe bi kar tînin.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha bang li Amerîkayê jî kiriye û gotiye, li şûna ku rondikên tîmsahî bibarîne, pêwîst e Amerîka dawî li terorîzma aborî bîne.

Wezîrê Derve yê Îranê di peyama xwe de wiha got, “Derbarê mirina Mehsa (Jîna) ya trajîk de lêpirsîn hat vekirin, ku wek serok got, ew wek keçên me bi xwe bû. Ji bo Îranê, mafên mirovan xwedî nirxek cewherî ne- berevajî yên ku wê wekî amûrek li dijî dijminan dibînin. Li şûna rijandina hêsirên tîmsahê, divê DYE dawî li rerora aborî bîne.”

Bûyera canjidestdana Jîna Emînî

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Reşt, Îsfehan û hin cihên din ên Îranê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.