2 fermande û 11 leşkerên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan -  Di berdewamiya şerê li Sûriyeyê de hat ragihandin, ku 2 fermandeyên din ên Supaya Pasdarên Îranê û hejmarek leşkerên îranî li Sûriyeyê hatin kuştin.

 

Li gor çavkaniyên nûçeyan, Serokê Komîteya Asayişa Nîştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Elayidîn Birûcirdî ragihand, ku îro 20ê Cotmehê fermandeyê yekîneyeke pasdaran bi navê Nadir Hemîd li gundewarên parêzgeha Idlibê di şerê li gel çekdarên dijbereya Sûriyeyê de hatiye kuştin.

 

Herwiha duh dûşemê 19ê Cotmehê jî Fermandeyê Yekîneyên Zehar a girêdayî Supaya Pasdarên Îranê general Mislim Xîzab di şerekî de li bajarê Hema yê Sûriyeyê hat kuştin.

 

Tevî wan 2 fermandeyan, endamê leşkerî yê operasyona Elî Bin Ebî Talib ya Supaya Qumê Mêhdî Elîdost tevî 11 kesên din jî li Sûriyeyê hatine kuştin.

 

Li gor agahiyan,  ew 11 kesên ku di şerê li Sûriyeyê de hatine kuştin, hejmarek ji wan îranî û çend kes jî efxanî ne.