Amerîkayê siza bi ser du dadwerên Îranê de sepand
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand, bi sedema îşkencekirina welatiyên Îranê û kesên xwediyê du welatînameyan, wan du dadwerên Îranê yên bi navê Ebdulqasim Selewatî û Mihemed Muqîse siza dane.
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, Steven Mnuchen diyar kiriye, Amerîka li hember nedadperwerî û tepeserkirina berdewam a li nav Îranê bê helwest ranaweste. Ev îdare wan kesên rejîmê dike armanc ku dixwazin xwepêşanderan sensor bikin, pêkhateyên olî teper bikin û xelkê Îranê bêdeng bikin. Wîlayetên Yekgirtî li gel wan kesan dibe, ku di nerazîbûn û xwepêşandanên aştiyane de beşdar bûn.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê daye xuyakirin, kesên ku siza bi ser wan de hatine sepandin, serpireştiya hin şaxeyên Dadgeha Şoreşê dikin û ew şaxeyên dadgehên şoreşê jî welatiyên Îranê û kesên xwedî du welatînameyan îşkence kirine, ew jî li beramber azadiya derbirîn û kombûna wan.
Herdu dadwerên ku hatine sizadan, Ebdulqasim Selewatî û Mihemed Muqîse ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve jî bi sedema birêvebirina dadgehîkirinên piştî hilbijartinên serokatiyên yên sala 2009an siza bi ser wan de hatine sepandin.