Îran bo Tirkiyê: Operasyona li Efrînê demildest rawestînin
Navenda Nûçeyan – Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ew hêvî dikin operasyona Tirkiyê ya bo ser Efrînê demildest bi dawî were û tekez kir, Tehran ji nêzîk ve û bi dilgiranî ve rewşa vê dawiyê ya li bajarê Efrînê dişopîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî îro Yekşemî derbarê êrişa Artêşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da û helwesta welatê xwe li hember vê êrişa aşkere kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewelta Îranê, IRNAyê, Behram Qasimî got, Komara Îslamiya Îranê geşedanên dawî û rewşa li bajarê Efrînê yê Sûriyê ji nêzîk ve û bi dilgiranî dişopîne.
Behram Qasimî herwiha daxwaza rawestandina demildest a operasyona Tirkiyê kir û got: “Îran hêvî dike ku ev êriş demildest were sekinandin û rê li ber kûrtirbûn û berfirehtirbûna krîzê li deverên sînorî yê navbera Tirkiyê û Sûriyê were girtin.”
Qasimî da xuyakirin: “Berdewembûna krîza li Efrînê mumkine ku bibe sedem bihêzbûna dubare ya komên tekfîr- trorîstî li deverên bakurê Sûriyeyê û agirê şer û malwêraniyê li wî welatî ji nû ve bi pêl bixe.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amaje bi pêwîstiya parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Iraqê jî kir û diyar kir: “Komara Îslamiya Îranê bi ciddî tekezî k user parastina yekîtiya axa Iraqê û rêzgirtina ji serweriya netewî ya wî welatî û rêgirtina ji tundbûna krîza mirovî û parastina canê xelkê bûgunehê Sûriyê dike û bendewariya wê ji hemû welatan û bi taybet hikûmeta Tirkiyê weke yek ji aliyên garantor ew e ku pabendî pêvajoya çareserkirina siyasî ya krîza Sûriyê û bi taybet jî pêvajoya Astanayê bimînin û rola xwe ya sazîner û berpirsatiya xwe ya mezin di çareserkirina krîza Sûriyê bi rêbazên siyasî de berdewam bikin.”
Behram Qasimî herwiha daxwaz ji welatên cîranê Sûriyê jî kir, ku xwe ji her cure pêngav û helwestekê dûr bigirin ku bibe sedema mana nerewa ya hêzên biyanî li deverê û bihêzbûna komên terorîstî.