Rewşa zimanê zikmakî li Îranê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta niha jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin.

 

Roja 21ê Sibatê, roja zimanê zikmakî ye li cîhanê û mafê xwendina û nivîsandina bi zimanê zikmakî mafekî rewa yê her gel û netewekê ye.

 

Li Îranê, 6 gel û zimanên cuda hene lê tenê zimanê farsî di dibistan, xwendingeh û saziyên fermî de tê bikaranîn.

 

Di Destûra Bingehîn a Îranê de jî hatiye gotin ku her gel û etnîkek dikare li kêleka zimanê fermî (farsî) bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û binivîse lê heta niha ev qanûn di jiyanê de de nayê dîtin!