Îran yasaya zimanê zikmakî cîbicî nake

21-02-2018
RÛDAW
Saziyên taybet xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî fêrî zarokan dikin
Saziyên taybet xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî fêrî zarokan dikin
Nîşan Zimanê Zikmakî Îran Yasa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di destûra Îranê de mafê zimanên pêkhateyên netewî yên wî welatî hatiye nasîn, lê piştî hatina Komara Îslamî ya Îranê ew yasa 39 sal in nayê cîbicîkirin.

 

Li şûna perwerdekirina hikûmet û Wezareta Perwerdehiyê, xelkê xwebexş û saziyên çand û wêjeyê yên taybet li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê xelk fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî dikin.

 

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku hikûmet xalên 15 û 19 ên destûrê yên li ser xwendina zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan cîbicî bike.

 

Li deverên ciyawaz ên Rojhilatê Kurdistanê çendîn sal in saziyên taybet ên hînkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî hatine vekirin.

 

Li Tehran û deverên din ên Îranê, bi heman şêwe daxwaza fêrkirina zimanê zikmakî heye, bi taybetî bo zarokan.

 

Saziyên ku ji bo hînkirina zimanê Kurdî hatine damezrandin, weke saziyên fermî xebatên xwe didomînin û bawername didin xwendekaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst