Li Îranê bi hêza 5.2 erdhej çê bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Fars û Hurmuzganê yên li başûr û başûrê rojavayê Îranê erdhejek bi hêza 5.2 pileyên rîxterê çê bû û medyaya fermî ya wî welatî ragihandiye, tîmên lêkolînê bo herêmê hatine şandin, herwiha ekîbên Heyva Sor a Îranê jî ketine amadebaşiyê.
Saziya Jeofîzîk û Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê di dauxyaniyekê de ragihandiye, îro di demjimêr 09:35 sibehê de erdhejekê bi hêza 5.2 rîxter herdu parêzgehên Fars û Hurmuzganê hajandin.
Li gor heman saziyê, navenda erdhejê li parêzgeha Fars û li nêzîk gundê Dorz bûye.
Rêveberê Giştî yê Kontrola Krîzan a Parêzgariya Fars, Xelîl Ebdullahî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re ragihandiye, erdhej di kûrahiya 10 kîlometriya erdê de li nêzî gundê Dorz li navçeya Laristan a Farsê çê bûye.
Xelîl Ebdullahî diyar kir, tîmên lêkolînê ber bi navçeyê ve hatine şandin.
Bi gotina Ebdullahî, heta niha ti zanyarî û raporek derbarê zirarên erdheja îro de negihiştine wan û destnîşan kir, ekîbên Heyva Sor niha di amadebiyê de ne û derbarê zirarên muhtemel de nirxandin tê kirin.
Dorz gundekî ser bi qezaya Laristanê ye û dikeve 340 kîlometriya başûrê Şîrazê li parêzgeha Farsê.