Supaya Pasdaran: Me li balafireke F-16 a Îsraîlê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li esmanê welêt derb li balafireke şer a Îsraîlê ya cureya F-16 xistiye.

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ji 28ê Sibatê ve li tevahiya herêmê belav bûye.

Malpera "Sepah News"ê a Supaya Pasdaran ragihand, "Balafireke şer a dijmin a cureya F-16 a ser bi rejîma Siyonîst ve, saet 03:45ê ber destê sibehê li navenda Îranê derb xwariye."

Artêşa Îsraîlê beriya wê daxuyaniyê gotibû ku mûşekeke zemîn-esman ber bi balafireke Îsraîlê ve hatiye avêtin lê amaje bi cureya balafê nekiribû.

Artêşa Îsraîlê got, "Ti ziyan negihiştiye balafê." Lê belê hêj ne zelal e ka her du alî qala heman bûyerê dikin an na.

Medyaya Îranê wêneyek belav kiriye ku dûman li esman nîşan dide û îdia dike ku balafireke din jî bûye armanc.

Lê belê ne cureya wê û ne jî ew yek diyar kiriye ka balafir a Îsraîlê ye yan a Amerîkayê ye.

Îdiaya li ser F-35ê

Ev nûçe çend roj piştî wê yekê tên ku Supaya Pasdaran ragihandibû ku wan li esmanê navenda Îranê derb balafireke Amerîkayê ya cureya F-35 xistiye û "ziyaneke mezin gihîştiye wê."

Derbarê vê mijarê de, tora nûçeyan a CNNê pêncşemê ji zarê du çavkaniyên agahdar ragihand ku balafireke F-35 a Amerîkayê piştî ku "tê bawerkirin ji aliyê Îraniyan ve" hatiye lêdan, neçar maye li baregeheke esmanî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn dakeve.