Medyaya Îranê: Li Loristanê droneke Îsraîlê hat xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Îranê, di berdewambûna şerê navbera Tel Evîv û Tehranê de, droneke Îsraîlê li parêzgeha Loristanê ya Rojhilata Kurdistanê hat xistin.
Artêşa Îsraîlê êrişî çend herêmên Îran û Rojhilata Kurdistanê kir. Medyaya fermî ya Îranê piştrastî kir ku li bajarê Xoremawa ya ser bi parêzgeha Loristanê sîstema parastina asmanî hatiye aktîvkirin û di encam de dronek hatiye xistin.
Wek medyaya wî welatî duyar kiriye ji destpêka şer ve, sîstema parastina asmanî 4 dronên Îsraîlê li wê parêzgeha Rojhilata Kurdistanê kirine armanc.
Li beramber êrişên Îsraîlê, hêzên çekdar ên Îranê bi çend qonaxan de bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kirine.
Li gorî zanyariyan Îranê berbanga îro 15 mûşek avêtin Îsraîlê.
Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga 13ê Hezîranê ve dest pê kiriye û heta niha berdewam dike.