Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: 430 şehîd û zêdetirî 3500 birîndarên me hene
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, ji destpêka êrişa Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya Îranê 430 kes şehîd bûne û zêdetirî 3,500 birîndarên sivîl hatine tomarkirin."
Mihemed Reza Zerefqendî, Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ragihand ku artêşa Îsraîlê heta niha êrişî 3 nexweşxane û 6 ambulansan kiriye û di encamê de 2 bijîşkên Îranî hatine kuştin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê her wiha ragihand ku du endamên tîma tenduristiyê ya niştimanî pisporeke nexweşiyên jinan û pisporekî nexweşiyên zarokan li gel zaroka xwe hatine kuştin.
20ê Hezîrana 2025an, Birêveberê Navenda Têkiliyan a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihandibû ku nexweşxaneyeke din li Tehranê bûye armanca moşekên Îsraîlê û gotibû, di nava heft rojan de Îsraîlê zêdetirî 6 caran peymanên navneteweyî bin pê kirine.
Rêveberê Navenda Têkiliyên Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di daxuyaniyekê de belav kir ku saet 12:45ê berbangê roja 20ê Hezîrana 2025an, nexweşxaneyeke din a Tehranê bûye armanca moşekên Îsraîlê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev sêyemîn nexweşxaneya Îranê ye ku êriş lê tê kirin.
Wezaretê her wiha da zanîn ku heta niha 6 ambulansan sedî sed zerer dîtine û bi temamî ji kar ketine, navendeke giştî ya xizmetguzariya tenduristiyê rûbirûyî êrişa Îsraîlê bûye, 14 karmendên tenduristiyê birîndar bûne û du kes jî hatine kuştin.
19ê Hezîrana 2025an, Îranê jî êrişî Nexweşxaneya Sorokayê kiribû û di wê û li gorî gotina berpirsên Îsraîlê di wê êrişê de herî kêm 70 kes birîndar bûbûn.