Îranê kuştina 20 efserên pilebilind ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand 5 endamên Supaya Pasdaran li Loristanê û 15 endamên Hêza Asmanî ya wî welatî li deverên din ên cuda hatine kuştin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, ew 5 endamên Supaya Pasdaran îro li bajarê Xuremabadê yê parêzgeha Loristanê, di encama êrişeke artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Navên kuştiyên vê sibehê bi vî awayî hatin ragihandin: Secad Mudhenî, Hemîd Aqayî, Semed Loristanî, Ebas Serefî, Elîr Reza Sebzîpûr.

Her wiha îro nasnameya 15 endamên Hêza Asmanî ya Îranê hat ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê amaje bi dem û cihê kuştina endamên Hêza Asmanî nekiriye û ragihandiye ku piraniya kuştiyan efserên pilebilind ên Hêza Hewayî bûne.

Ji 13ê Hezîranê ve şerê Îsraîl û Îranê dest pê kiriye, heta niha hejmareke berbiçav a fermandarên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.