Ewropa daxwaz dike tundûtûjiyên Îranê bên bidawîkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê daxwazê ji hikûmeta Îranê dike ku ligel xwepêşanderan bi aramî tevgerbigere.
Berdevka Yekîtiya Ewropayê Maja Kocijancic roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de got: “Em ji hêzên ewlekariyên yên Îranê çaverê dikin ku heta ji wan bê di tevgera ligel xwepêşanderan de li ser xwe bin.”
Maja Kocijancic diyar kir ku ew daxwazê ji Îranê dikin dawiyê li tundûtûjiyên dijî xwepêşanderan bîne û ti corekî tundûtûjiyê nayê qebûlkirin. Herwiha tekez dike ku dive mafê azadiya ramanê û xwepêşandanê parastî be.
Daxuyaniya Berdevka Yekîtiya Ewropayê Maja Kocijancic, di demekê de ne, ku xwepêşandanên li Îranê berdewam in, lê belê hikûmeta Îranê dibêje, dawî li xwepêşandanan hatiye.
Tevî ku hikûmeta Îranê îddia dike xwepêşandan bi dawî hatine û rewş aram bûye, lê belê heta niha jî hêla internetê li seranserê Îranê tine ye û ji aliyê hikûmetê ve hatiye qutkirin.
Her çend heta niha amareke dirist derbarê qurbaniyên aloziyên di xwepêşandanan de li ber dest tine ye, lê belê li gor vîdeoyên ku di du rojên destpêkê yên xwepêşandanan de li ser sosyal medyayê hatine belavkirin û li gor çalakvan û çavkaniyên navxweyî yên Îranê, bi dehan kes ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine kuştin.
Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) pêr amarek belav kir û ragihand, heta dema amadekirina wê raportê herî kêm li 21 bajarên Îranê 106 kes ji xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.
Amnesty herwiha ragihandiye, hin video gihîştine destê wan û li gor zanyariyên hin şahidên bûyeran, hêzên hikûmeta Îranê gelek binpêkarî li hember xwepêşanderan kirine.
Ew amara ku Amnesty belav kiriye, hejmara qurbaniyan li tenê 21 bajarên Îranê ye, di demekê de ku li zêdetir ji 110 bajarên Îranê xwepêşandan.