ÎRAN – Parlamenterên Kurd êrîşên ser Efrînê şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nivîsîne û tê de li ser êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê rexne li bêdengiya rêxistinên navdewletî digrin. Parlamenterek jî dibêje: “Recep (Erdogan) versiyona bi kirawat a DAIŞê ye.”

 

Di nameyê de parlamenterên Kurd jîrî û qehremaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo derxistina DAIŞê ji navçeyên xwe û Sûriyê bibîr dixin û wiha diaxifin: “Di wê demê de jî rêxistinên navdewletî tenê bi girtina wêneyê selvî ve mijûl dibûn.”


Nûnerên bajarên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê di nameya xwe de dibêjin: “Herçiqas ti hêviya me bi Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsya nine, lê wek zelalkirinekê bi raya giştî, em wek parlamenterên Kurd ên nav Parlamentoya Îranê, ligel şermezarkirina tawanê rejîma faşîst a Tirkiyê, daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku rê li berdewambûna wî tawanî bigire. Gumana me ji wê yekê nine ku Efrîn jî wek Kobanî dibe goristana leşkerên Tirk û DAIŞyan.”


Hevdem Nûnerê Bajarê Bokan li Parlamentoya Îranê Mihemed Qesîm doh (21.01.2018) di civîna parlamentoyê de bi tundî êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê şermezar kirin û got: “Kiryarên dirindane yên van rojan Erdogan ku beguman ne nû ne, Sedamê melun û DAIŞê tînin bîra mirov û ya rast Recep versiyona bi kirawat a DAIŞê ye. Hikûmeta faşîst a Erdogan beramber Kurdên zilmlêkirî û bê pena û cihên Sûriyê karekî wiha dijminane û nemirovane kiriye ku rûyê Sedam û DAIŞê spî kiriye.”


Nûnerê Bokan tekez dike ku dîrokê îspat kiriye ne Erdogan û ne yên ji wî mezintir jî nikarin Kurd bişkînin û wiha dibêje: “Erdogan ji Kurdên Sûriyê re gotiye ku wan dixe bin piyê xwe. Erdogan! Dîrokê bi hemû bilindî û nizmiyan nikariya Kurdan binpê bike û ne ti û ne jî yên ji te mezintir Kurdan binpê bikin. Çiyayên bilind ên Kobanî û Efrînê penagehên xwedayî ne bo Kurd û nizmiya te nagihe wê bilindahiyê.”