Eraqçî: Em nêzikî peymaneke nû bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku gihîştina peymaneke nû ya bi Washingtonê re li ber dest e û dibe ku hinek aliyên wê ji peymana sala 2015an baştir bin.

Eraqçî eşkere kir, biryar e ku pêncşema bê li Cenevreyê bi Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff re bicive.

Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke xwe ya li gel CBSyê ya Amerîkî de tekez kir ku dîplomasî ji bo çareserkirina dilgiraniyên Washingtonê yên li ser bernameya nukleerî ya Îranê "yekane rê ye."

Eraqçî got, "Em niha tenê qala dosyeya nukleerî dikin.

Meyandina uranyumê mafê me ye û ew teknolojî çavkaniya serbilindiya me ye, ji ber vê yekê em nikarin dev jê berdin.

Lê dibe ku em li ser şêwaza meyandinê bigihîjin çareseriyekê."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê kir ku ew mijûlî amadekirina reşnivîsa peymanê ne û dan û standina pêşniyaran a bi aliyê Amerîkî re dest pê kiriye.

Gefên leşkerî û mûşek

Derbarê komkirina hêzên Amerîkayê yên li herêmê de, Eraqçî wiha axivî:

"Ti pêwîstî bi van hemû nîşandan û amadekariya leşkerî ya Amerîkayê nîne, ev yek me natirsîne."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê şiyana mûşekî ya welatê xwe de peyameke zelal jî şand û ragihand:

"Mûşekên me nikarin li nav xaka Amerîkayê bidin lê em dikarin li baregehên wan ên leşkerî bidin.

Her wiha şiyana mûşekên me heye ku li nav Îsraîlê li armancan bixin."

Eraqçî ducare kir ku eger Îran rûbirûyî her êrişa Amerîkayê bibe mafê wê yê xweparastinê heye.

Rapora dan û standinan pêşkêşî hikûmetê hat kirin

Ji aliyê din ve, Serokomariya Îranê ragihand ku Eraqçî raporeke hûrgilî li ser pêvajoya dan û standinan pêşkêşî hikûmetê kiriye û tekezî li ser berdewamiya dîplomasiyê ya li ser bingeha berjewendiyên niştimanî kiriye.

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade di heman civînê de raporek li ser bicihbûna hêzên Amerîkayê pêşkêş kir û ragihand, ew "bi hûrgilî çavdêriya hemû tevgerên dijmin ên li herêmê û derveyî herêmê" dikin.

Wezîrê Parastinê yê Îranê tekezî li ser amadeyiya temam a hêzên çekdar ên Îranê ya di hemû astan de kir da ku rûbirûyî her îhtimaleke nexwestî bibin.