Li Îranê xwendekar dîsa daketin qadan: ‘Mirin ji dîktator re’

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî operasyonên bixwîn ên meha borî yên li Îranê, xwenîşandanên li dijî hikûmetê li kampusa zanîngehan dîsa dest pê kirin.

Di destpêka heyama perwerdeya nû de li kampusa Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîfê ya Tehranê bi sedan kes kom bûn.

Wan kesên ku di xwenîşandanên girseyî yên meha kanûna paşîn de canê xwe ji dest dabû bi bîr anîn û li dijî Rêberê Olî Ayetullah Elî Xamineyî dirûşmên "mirin ji dîktator re" berz kirin.

Di dîmenên ku ji aliyê BBCyê ve hatine piştrastkirin de, hat dîtin ku piştî meşên aştiyane di navbera xwenîşanderan û komên alîgirên hikûmetê de alozî derketiye.

Li bajarên din belav bû

Xwenîşandan belavî cihên din ên paytext û bakurê rojhilatê welêt bûn.

Li Zanîngeha Şehîd Beheştî çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin, li Zanîngeha Teknolojiyê ya Amîr Kebîr jî dirûşmên li dijî hikûmetê hatin berzkirin.

Li Meşhedê ku duyemîn bajarê mezin ê welêt e xwendekaran bi daxwaza "azadiyê" mîtîng li dar xistine.

Di xwenîşandanan de ji bo Rêberê Olî yê welêt Elî Xamineyî dirûşmên "mirin ji dîktator re" hatin berzkirin.

Heta niha derbarê hejmara desteserkiriyan agahiyeke zelal nehatiye parvekirin.

Çi bûbû?

Li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber ku pereyê herêmî li hemberî dovîzê bi lez bêqîmet bû û krîza aborî kûr bû, li Bazara Mezin a Tehranê bi pêşengiya esnafan xwenîşandanan dest pê kiribû û li seranserê welêt belav bûbûn.

Li Tehrana paytext 8ê Kanûna Paşîn di dema xwenîşandanan de alozî derketin û birêvebiriya welêt înternet qut kir.

Hêzên ewlehiyê 8-9ê Kanûna Paşîn midaxeleyî xwenîşandanan kir û ew tepisandin.

Weqfa Şehîd û Gaziyan a Îranê, di daxuyaniya xwe ya 21ê Kanûna Paşîn de ku spartibû Saziya Tiba Dadî, ragihandibû ku di xwenîşandanan de hêzên ewlehiyê û sivîl jî di nav de 3 hezar û 117 kesan canê xwe ji dest daye.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya navenda wê Amerîka ye jî di daxuyaniya xwe ya 16ê Sibatê de eşkere kiribû ku hejmara kesên di xwenîşandanan de canê xwe ji dest daye 7 hezar û 15 kes in ku 214 ji wan peywirdarên ewlehiyê ne.