Qalîbaf: Hûn bi gefan nagihêjin armanca xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand, nabe ku Tengava Hurmizê bi binpêkirina eşkere ya agirbestê were vekirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Mihemed Baqir Qalîbaf di daxuyaniya xwe de got:
"Agirbesteke temam wê demê watedar e ku bi dorpêça deryayî û dîlgirtina aboriya cîhanê neyê binpêkirin."
Qalîbaf anî ziman ku “divê şerxwaziya Siyonîstan li hemû eniyan were rawestandin.”
Serokê Parlamentoya Îranê her wiha destnîşan kir, "Nabe ku Tengava Hurmizê bi binpêkirina eşkere ya agirbestê were vekirin” û got:
"Bi destdirêjiya leşkerî negihîştin armanca xwe, bi gefan jî nagihêjinê.
Tekane rê qebûlkirina mafên gelê Îranê ye."
Pêvajoya dan û standinan
Ev daxuyaniya Qalîbaf di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihandibû ku ew agirbesta niha ya bi Îranê re dirêj dike.
Trump diyar kiribû ku ew agirbestê heta wê demê dirêj dikin ku serkirdayetiya parçekirî ya Îranê digihêje "pêşniyareke yekgirtî."
Donald Trump di daxuyaniyeke taybet de ji rojnameya New York Postê re axivî.
Serokê Amerîkayê eşkere kir, dibe ku heta 24ê Nîsanê nûçeyên xweş li ser gera nû ya dan û standinan werin bihîstin.
Li hêla din, çavkaniyên li Îslamabada paytexta Pakistanê jî amaje bi wê yekê dikin ku di navbera 36-72 demjimêrên bê de îhtimala çêbûna "bipêşketineke mezin" di dan û standinan de heye.