Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî êrişa Amerîkayê ya li ser saziyên atomî yên welatê xwe şermezar kir û got, "Binpêkirineke xeternak a zagonên navneteweyî ye û dê encamên wê yên mayînde hebin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wekî endameke daîmî ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, bi êrişa li ser saziyên atomî yên aştîxwaz ên Îranê, binpêkirineke xeternak a Peymana Neteweyên Yekbûyî, yasaya navneteweyî û Peymana Belavnekirina Çekên Atomî pêk aniye."
Eraqçî êriş wekî “tevgereke gelek xeternak, yasader û tawankar bi nav kir û got: "Bûyerên vê berbangê cihê hêrs û şermezariyeke mezin in û dê encamên wan ên mayînde hebin.
Pêwîst e her endamekî Neteweyên Yekbûyî xeteriya vê tevgerê hîs bike."
Eraqçî amaje bi mafê welatê xwe yê bersivdanê kir û got: "Li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û wan bendên ku rê didin bersiveke rewa di çarçoveya xweparastinê de, Îran mafê hemû vebijêrkan ji bo parastina serwerî, berjewendî û gelê xwe diparêze."
Demjimêr derdora 02:50ê sibeha îro Donald Trump ragihand ku wan bi firokeyên şer û mûşekan êrişî bingehên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê kirine.
Trump piştî êrişan got, "Fordo bi dawî bûye."
Donald Trump postek belav kir wiha got:
"Me êrîşa xwe ya gelek serkeftî li ser sê bingehên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê temam kir. Hemû balafir niha li derveyî asmanê Îranê ne. Barekî tije bombe li ser bingeha serekî, Fordo, hate avêtin. Hemû balafir bi selametî li ser rêya vegerê ne ber bi welat. Em pîrozbahiyê li şervanên xwe yên mezin ên Amerîkî dikin. Tu artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye! Spas ji bo guhdariya we."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse