Îranê xwest Konseya Ewlehiyê ‘civîneke awarte’ li dar bixe

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrevanî, bi hinceta ku divê êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê "bê lêkolînkirin û şermezarkirin" ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xweste "rûniştineke awarte" saz bike.

Li gorî nûçeya CNNê, Îrevanî di nameya xwe ya ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de de diyar kiriye ku êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê, ji bo aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî gefeke cidî ye.

Îrevanî îdia kir ku êriş di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) de pêk hatine û tekez kir ku êrişa Amerîkayê Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleerî bin pê kiriye.

Nûnerê Îranê bang kir ku ji bo lêkolînkirina vê çalakiya neyasayî, şermezarkirina wê, girtina tedbîrên pêwîst û misogerkirina ku berpirsiyar bêceza nemînin rûniştineke awarte were lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihandibû ku wan berbanga îro êrişên hewayî li dijî sê dezgehên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê yên Îranê pêk anîne.

Îsraîlê di 13ê Hezîranê li bajarên cuda yên Îranê, di serî de li dijî dezgehên nukleerî û her wiha fermandariya pilebilind a artêşê, êrişên berfireh pêk anîbûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de Sererkan Artêşa Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê û hinek fermandarên payebilind tevî 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya 21ê Hezîranê de ragihand ku di êrişên Îsraîlê de hejmara giştî ya sivîlên ku mirine gihîştiye 430 û hejmara birîndaran jî zêdeyî 3 hezar û 500î ye.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku di êrişên artêşa Îranê de 24 kes hatine kuştin û 1272 kes jî birîndar bûne.