Supaya Pasdaran gef li Amerîkayê xwar: Dê poşman bibin
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê êrişa Amerîkayê ya li navendên atomî yên Îranê wekî "sûcekî eşkere û bêmînak" bi nav kir û ragihand ku ew dê bersiveke tund bidin wê êrişê û "dê poşman bibin".
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişî santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê kirine.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê îro berbangê, bi hevahengiyeke tam li gel Îsraîlê, "bi êrişeke leşkerî û neyasayî ya li ser navendên aştîxwaz ên atomî yên Îranê, sûcekî eşkere pêk anî.
Supaya Pasdaran ev yek "bi awayekî zelal binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî, yasayên navneteweyî, Peymana NPT û prensîpên bingehîn ên rêzgirtina li serweriya niştimanî û yekparçebûna axa welatan" bi nav kir.
Supaya Pasdaran diyar kir ku ji destpêkê ve ji wan re eşkere bûye ku "piştgirî û hevkariya berfireh a Amerîkiyan di plankirin û cîbicîkirina vê destdirêjiyê de bibandor bûye."
Her wiha Supaya Pasdaran ragihand vî karî "çend caran, bêhêziya eniya destdirêjker îsbat kir.
Ew ne xwedî destpêşxerî ne û ne jî şiyana wan heye ku ji bersiveke tund xelas bibin."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin, bi saya "çavdêriya hûr a îstixbaratî" ya hêzên çekdar, cihê rabûna balafirên ku beşdarî êrişê bûne "hatiye naskirin û di bin çavdêriyê de ye."
Supaya Pasdaran hişyariyê dide ku "hejmar, belavbûn û berfirehiya baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê, ne xalên hêzê ne, belkî berevajî vê yekê qelsî û îhtimala ziyangirtina wan du qat kiriye."
Derbarê paşeroja bernameya xwe ya atomî de Supaya Pasdaran wiha got:
"Teknolojiya xwemalî û aştîxwaz a Îranê bi ti êrişekê ji nav naçe, belkî ev êriş vîna zanyarên me yên ciwan a ji bo bipêşketinê bihêztir dike."
Her wiha ragihand ku di bersiva vê êrişê de operasyona "Soza Rast 3" ya ku heta niha Îsraîliyan 20 pêlên wê dîtine, "wê bi awayekî hûr, armancdar û kujer li dijî binesazî û navendên stratejîk ên rejîma Siyonîst berdewam bike."
Supaya Pasdaran hişyariyeke tundtir jî da û wiha got:
"Destdirêjiya îro ya rejîma terorîst a Amerîkayê, Komara Îslamî ya Îranê neçar dike ku di çarçoveya mafê xwe yê rewa yê xweparastinê de, serî li bikaranîna vebijêrkên wisa bide ku li derveyî têgihiştin û hesabên xeyalî yên eniya destdirêjker in û divê destdirêjker li benda bersiveke poşmanker bin."