Li Zencanê 3 leşkerên Îranê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişeke Îsraîlê ya li parêzgeha Zencanê ya Îranê de 3 leşker hatin kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku navên wan Mecîd Qasimî, Mihemed Reza Feruxî û Elî Turî ne.

Li aliyê din, Alîkarê Parêzgarê Buşehrê Îhsan Cehanyan jî daxuyand ku Îsraîlê êrişî du baregehên leşkerî yên li Buşehrê kiriye.

Li gorî agahiyên ku Îhsan Cehanyan dane, ew êriş îro demjimêr 14:00an pêk hatiye û wî got:

“Zererên êrişê hîn nayên zanîn û lêkolîn û nirxandinek tê kirin."

Midûrê Giştî yê Saziya Tekoşîna li Dijî Krîzan a Tebrîzê Mecîd Ferşî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li Tebrîzê de 52 kes hatine kuştin ku zêdetirî 30 kesî ji wan ji hêzên ewlehiyê bûn.

Mecîd Ferşî got ku Îsraîlê îro li Tebrîzê çar dever kirine hedef ku yek ji wan baregeheke leşkerî bû.