Tenê li Tehranê 200 kuştî û 877 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Tehranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li Tehranê de heta vêga 200 kes hatine kuştin û 877 kes birîndar bûne.

Şerê Îran û Îsraîlê berê sibeha 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir û heta weke vê kêliyê jî berdewam dike.

Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Mutemîdiyan ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên heta niha de li Tehranê 200 kes mirine û 877 kes birîndar bûne.

Mihemed Sadiq Mutemîdiyan her wiha eşkere kiriye ku Îsraîlê ji destpêka şer ve li Tehranê êrişî 200 cihî kiriye.

Wî diyar kir ku Îsraîlê êrişî stasyonên av, gaz û karebayê, navendeke tenduristiyê û Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê jî kiriye.

Li gorî amarên ku Parêzgar dane; li Tehranê 108 mêr, 39 jin, 12 zarok hatine kuştin û zayenda 41 kuştiyan jî nehatiye destnîşankirin.