Ruhanî: Amerîka li her cihekî be ewlehiya wê têk dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iranê ragihand, li her cihekî ku Amerîka û amerîkî hebin, asayiş û aramî li wê navçeyê namîne. Hesen Ruhanî herwiha da xuyakirin, ew ne ew kes in ku teslîm bibin û got, Îran amade ye li gel welatên cîran û herêmê, ewlehiya kendavê û tengava Humruz biparêze û destnîşan kir, “Îran destê dostatî û biratiyê dirêjî hemû cîranên xwe dike.”
Îro yekşemê bi helkevta salvegera şerê Îran û Iraqê ku li Îranê bi navê hefteya berevaniya pîroz tê naskirin, merasima nimayişa leşkerî li Tehranê û gelek bajarên din ên wî welatî hatin lidarxistin.
Di nimayişa serbazî ya li Tehranê de, Serokomarê Iranê Hesen Ruhanî jî amade bû û gotarek pêşkêş kir. Hesen Ruhanî di axaftinên xwe de li dijî Amerîkayê rawestiya û got, sedema sereke ya têkdana ewlehiya navçeyê Amerîka ye.
Ruhanî herwiha diyar kir, li her cihekî ku hêzên Amerîkayê lê bin, asayişa wê navçeyê namîne û li her cihekî ku Iranî lê hebe, asayîşa wê navçeyê parastî dimîne
Serokomarê Îranê got: “Li her cihekî Amerîkî û li her cihekî dijminên me hebûbin, rola têkder a asayişê dîtine û asayişa wan navçeyên ku têde bûne jinav birine. Çi li Efxanistan, Iraq, Sûriye, Kendava Fars, ew bo her cihekî hatibin, nearamî ligel xwe anîne.”
Hesen Ruhanî pesnê hêzên çekdar ên Îranê jî da û ragihand: “Li her cihekî jî hêza çekdar a Îran hebûbe, herdem wek dabînkerê asayişê bûye. Li her cihekî Îran û hêzên me yên çekdar hebûbin û amade bûn, wê demê ligel xwe asayiş û aramî anîne. Eger ligel gelên Iraq, Sûriyê, Lubnan û Filistînê rawestiyabin, wê demê bo wan welatan asayiş anîne û karîne terorîstên dirinde li van navçeyan ji binî ve jinav bibin.”
Ruhanî amaje bi êrîşên bo ser saziyên petrolê yên Erebistana Siûdiyê di heftiya bihorî de kir û tohmeta ku Îran li pişt wan êrîşan bûye yan dest di êrîşan de hebûye, red kir.
Hesen Ruhanî da xuyakirin, ku Amerîka bi derew wan tohmetan dixe stuyê Îranê û tekez kir, ew tohmetên niha yên li dijî Îranê, “dubarekirina derewên berê” û weke “derewên aşkerebûyî yên Amerîkayê” ne.
Amerîka û Erebistana Siûdiyê ragihandine, ku êrîşên bo ser saziyên petrolê yên Siûdiyê ji axa Yemenê û ji aliyê Hûsiyan ve nehatine encamdan û diyar kirine, Îran li pişt wan êrîşan e.
Serokomarê Îranê di berdewamiya axaftina xwe de got, Îran destê dostatî û biratiyê dirêjî hemû cîranên xwe dike û got: “Em ne ew kes in ku teslîm bibin, em zilamên berevanîkirinê û berxwedanê ne. Em bi awayekê pratîkî ji hemû cîranên xwe re dibêjin, em destê dostatî û biratiyê dirêjî hemû cîranên xwe dikin û em heta amade ne ku ji şaşiyên wan ên berî li navçeyê jî bibihorin.”
Serokomarê Îranê amaje bi serdana xwe ya bo New Yorkê û beşdariya di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de kir û diyar kir, ku ew bi “dirûşm û projeya hevpeymaniya hêvî û însiyatîfa aştiyê ya Hurmuz” wê serdanê dike.
Hesen Ruhanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa siza û dorpêşên Amerîkayê yên li dijî Îranê kir û ew dorpêç weke “şer û terora aborî” bi nav kir û destnîşan kir, “dijmin wêrekiya êrîşekirina ser Îranê û destpêkirina şerê leşkerî li dijî Îranê nîne.”