Îranê ji bo kuştina nivîskarekî, nêzîkî 4 milyon dolar danî!

23-02-2016
Sîma Abxizir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dewleta Îranê, pereyê ku ji bo kuştina nivîskarê navdarê Hindî-Brîtanî, Selman Roşdî danîbû, zêde kir. Xelata kuştina Roşdî derket nêzîkî 4 milyon dolaran!

 

Malpera farsnews a îranî, ku nêzîkî Hêza Pasdaran e, eşkere kiriye ku xelata ku ji bo kuştina nivîskarê navdar Selman Roşdî hatibû danîn, 600 hezar dolar hatiye zêdekirin û xelata kuştina wî nivîskarê navdar bû 3 milyon û 900 hezar dolar!

 

Li gorî malperê, ew pereyê ku hatiye zêdekirin ji aliyê “4 saziyên medyayê” ve hatiye dayîn lê navê wan saziyan nehatiye ragihandin.

 

Damezrênerê komara îslamî ya Îranê, Rûhullah Xumêynî, 27 sal berê, fermana kuştina Selman Roşdî, bi hêceta nivîsandina pirtûka “Ayetên Şeytanî” dabû û pitrûka wê jî “kufir” dabû zanîn.

 

Çend salan piştî mirina Xumêynî (1989), saziyeke radîkal a îranî bi navê “15ê Xordadê” 2 milyon û 700 hezar dolar ji bo kuştina Roşdî wek xelat danîbû. Lê 4 sal berê wê saziyê, rêjeya xelatê kiribû 3 milyon û 300 hezar dolar!

 

Fermana Xumêynî ji bo kuştina Selman Roşdî, rastî gellek nerazîbûnan hat û bû sedema alozbûna pêwendiyên Îran û Brîtanyayê jî.

 

Di heyama çend salên borî de, kesên ku pirtûka Roşdî wergerandibûn û çapxaneyên ku ew pirtûk çap kiribûn jî, ji aliyê îslamiyên radîkal ve rastî gellek êrişan hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst