Qalîbaf bersiv da Trump: Bi Amerîkayê re dan û standin nehatine kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi rengê "Em bi Îranê re dan û standinên berhemdar dikin" bi tundî red kirin.

Mihemed Baqir Qalîbaf ev nûçe wekî "hewldana manîpulekirina bazaran" pênase kir.

Di medyaya Îsraîlê de hatibû îdiakirin ku ew "serkirdeyê qedirgiran" ê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pê re dan û standinan dike, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf e.

"Divê êrişkar werin cezakirin"

Qalîbaf bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da van îdiayan.

Qalîbaf tekez kir ku ew bi Washingtonê re di ti pêwendî û dan û standinan de nînin û wiha got:

"Gelê me dixwaze êrişkar bi temamî û bi awayekî ku poşman bibin werin cezakirin.

Hemû rayedar, heta ku digihîjin vê armancê, bi îradeyeke xurt li pişt Rêber (Mucteba Xameneyî) û gel radiwestin."

"Bi nûçeyên derew bazaran manîpule dikin"

Qalîbaf ew nûçeyên ku digotin bi Amerîkayê re li zemîneke peymanê digerin wekî "nûçeyên derew" pênase kirin.

Qalîbaf îdareya Trump kir armanc û got, "Bi Amerîkayê re ti dan û standin nehatine kirin.

Nûçeyên derew ji bo manîpulekirina bazarên darayî û bazarên petrolê ne.

Her wiha ev yek ji bo xelaskirina Amerîka û Îsraîlê ya ji wê heriya ku ketinê ye."

Çi bûbû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di daxuyaniyeke xwe de îdia kiribû ku wan bi Îranê re "hema bêje li ser her mijarê li hev kiriye."

Trump her wiha gotibû ku wî li wî welatî bi "serkirdeyekî ku gelekî jê re rêz tê girtin" re hevdîtin kiriye.

Medyaya Îsraîlê jî îdia kiribû ku ev kes Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf e.