Îranê kesek bi hinceta sîxuriyê îdam kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadwerî ya Îranê ragihand ku vê sibehê kesekî bi navê Soltan Elî Şîrzadî, bi tohmeta endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel û hevkariya bi dezgeha îstixbaratî ya Îsraîlê re hatiye îdamkirin.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya Desthilata Dadwerî ya Îranê ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê Soltan Elî Şîrzadî "piştî derbaskirina qonaxên yasayî û piştrastkirina cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind a welêt ve" hatiye bicihanîn.

Desthilata Dadwerî ya Îranê her wiha da zanîn ku ceza "vê sibehê hatiye bicihanîn" lê li ser cihê bidarvekirinê agahî neda.

"Çûye Îraqê û beşdarî operasyonan bûye"

Li gorî daxuyaniya Desthilata Dadwerî ya Îranê, Şîrzadî sala 1987an bi awayekî neyasayî di sînorê Selmasê re derbasî Îraqê bûye û tevlî refên Mucahîdên Gel bûye.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Şîrzadî "li xwe mikur hatiye" ku di operasyonên leşkerî yên bi navên "Furuxî Cewîdan" û "Çilçirax" ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê de beşdar bûye.

Her wiha hat diyarkirin ku sala 2012an dema artêşa Îraqê ketiye Kampa Eşrefê, ew yek ji wan kesên ku li ber hêzên Îraqê rawestiyane bûye û di wê pevçûnê de birîndar bûye.

Rêxistinan Îran tohmetbar kir

Di mehên dawî de bicihanîna cezayê bidarvekirinê li Îranê, bi taybetî di dozên têkildarî "tohmetên ewlehiyê" û "sîxuriyê" de zêdetir bûye.

Rêxistinên mafên mirovan ji ber zêdebûna bidarvekirinan dilgiranî nîşan daye.

Ew rêxistin dibêjin ku ev ceza ne tenê kesên ku tohmeta sîxuriyê li ser wan e, lê her wiha hinek kesên ku pêwendiya wan bi xwenîşandanên dawî re hebûye jî li xwe digire.

Wan rêxistinan Komara Îslamî ya Îranê tohmetbar kir ku cezayê bidarvekirinê ji bo belavkirina "tirsê" di nav civakê de wekî amûrekê bi kar tîne.

Li aliyê din, berpirsên Îranê tekez dikin ku ev ceza di çarçoveya yasayên welêt de û ji bo rûbirûbûna "gefên ewlehiyê" tên bicihanîn.