Parlamenterê Îranî: Divê mijara nukleerê ji ser maseya dan û standinan bê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îranê Elîreza Ebasî rakirina pirsa nukleerê ji ser maseya dan û standinan a bi Amerîkayê re pêwîst dibîne.

Elîreza Ebasî her wiha got "Her gotûbêj dê girêdayî qerebûkirina Îranê û naskirina serweriya me ya li ser Tengava Hurmizê be."

Parlamenterê Parlamentoya Îranê Elîreza Ebasî li ser îhtîmala dan û standinên welatê xwe yên bi Amerîkayê re daxuyanî da.

Ebasî got, "Bi liberçavgirtina êrişên dijmin ên li ser dezgehên nukleerê di dema gotûbêjên berê de, divê dosyeya me ya nukleerî bi tevahî ji ser maseya dan û standinan were rakirin."

"Divê aliyê destdirêjkar were diyarkirin"

Li gorî gotina Elîreza Ebasî, eger dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de bi ser bikevin jî divê ev yek li ser çend xalan be.

Ebasî anî zimên, "Pêwîst e gotûbêj tenê li ser mijarên wekî dayîna qerebûyê ji bo Îranê û naskirina serweriya me ya li Tengava Hurmizê hûr bibin."

Ebasî parlamenterê Îranê bêyî ku amaje bi îhtîmala razîbûna berpirsên welatê xwe ya ji bo gotûbêjan bide, daxwazên xwe zêde kirin.

Ebasî diyar kir ku divê di dan û standinan de aliyê "destdirêjkar" were diyarkirin.

Wî her wiha xwest ku dorpêçên li ser Îranê werin rakirin û samanên wan ên blokekirî werin berdan.

Dorpêça li ser benderên Îranê didome

Daxuyaniyên Elîreza Ebasî di demekê de ne ku berê sibeha çarşemê agirbesta du hefteyî ya navbera Tehran û Washingtonê bi dawî dibû.

Lê belê çend demjimêr beriya bidawîhatina demê, Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da.

Trump li ser tora xwe ya civakî ya bi navê Truth Socialê nivîsî:

"Min ferman da artêşa me ku dorpêça xwe ya li ser benderên Îranê bidomîne û di hemû aliyên din de jî bi amadekarî û şiyana temam bimîne."

Trump her wiha got, "Em agirbestê heta wê dema ku ew pêşniyara xwe pêşkêş dikin û gotûbêj bi dawî dibin dirêj dikin."

Daxuyaniya Supaya Pasdaran

Li aliyekî din, doh Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran bi boneya salvegera damezirandina supayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de peyama şer hat dayîn û wiha hat gotin:

"Em ji bo domandina şer di asta herî bilind a amadekariyê de ne. Em ji bo rûbirûbûneke diyarker a bi dijmin re amade ne."