Qalîbaf: Eger Trump şaşiyekê bike dê bersiva me wêrankertir be

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Mihemed Baqir Qalîbaf Asim Munîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê û Berpirsê Sereke yê Dan û Standinan Mihemed Baqir Qalîbaf destnîşan kir ku ew dê di aloziya bi Amerîkayê re tawîzê ji mafên welatê xwe nedin.

Qalîbaf hişyarî da û got, "Eger Trump şaşiyekê bike û şer ji nû ve bide destpêkirin, dê bersiva me ji roja yekem kujendetir be."

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh bi Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re civiya.

Asim Munîr di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê yên pêvajoya agirbesta navbera Amerîka û Îranê de doh çûbû Tehranê.

Qalîbaf di civîna roja şemiyê de peyamên hişk dan birêvebiriya Washingtonê.

Qalîbaf got, "Li hemberî aliyekî ku ne rast û ne jî pêbawer e, em dê ji mafên gel û welatê xwe gavan bi paş ve navêjin."

Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew dê di dîplomasiyê de jî tawîzê nedin.

"Dema şer dest pê kir em di nav dan û standinan de bûn"

Qalîbaf tekez kir ku Îran hem li qadê hem jî li ser maseyê mafên xwe diparêze û ev îfade bi kar anîn:

"Komara Îslamî ya Îranê, çawa ku li qada şer Îran bi wêrekî û hêz parastibe, di qada dîplomasiyê de jî ji bo parastina mafên rewa û berjewendiyên neteweyî yên Îranê bi heman hişyarî û hêzê dixebite."

Qalîbaf bi bîr anî ku dawiya meha Sibatê dema şer derket Îran û Amerîka jixwe li ser maseya dan û standinan bûn.

Wî eşkere kir ku niha Washington dîsa daxwaza dan û standinan dike.

"Dê bersiva me gelekî kujendetir be"

Serokê Parlamentoya Îranê di civînê de qala îhtimala destpêkirina şer jî kir.

Wî diyar kir ku ew li hemberî gaveke Amerîkayê ya gengaz amade ne û wiha got:

"Hêzên me yên çekdar di dema agirbestê de xwe wisa amade kirine ku, eger Trump şaşiyekê bike û şer ji nû ve bide destpêkirin, bê guman dê bersiva ku em bidin Amerîkayê ji ya roja yekem a şer gelekî kujendetir û biêştir be."

Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr, ji bo ku agirbesta di navbera Tehran û Washingtonê de bibe peymaneke mayînde ji bo hevdîtinên dîplomatîk doh çûbû paytexta Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst