Li Yezdê 10 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li parêzgeha Yezdê di êrişeke Îsraîlê ya li baregeha mûşekan de herî kêm 10 pasdar hatine kuştin.

Her wiha Artêşa Îsraîlê got ku wan cara yekem depoyeke mûşekên "Xuremşehr"ê li kûrahiya axa Îranê kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê doh li parêzgeha Yezdê êrişî çend baregehên leşkerî kir.

Supaya Pasdaran da zanîn hejmara wan leşkerên ku di wan êrişa Îsraîlê hatine kuştin gihîştiye 10an.

Artêşa Îsraîlê berê jî ragihandibû ku balafirên şer ên wî welatî cara yekem depoyeke mûşekên "Xuremşehr"ê li parêzgeha Yezdê kiriye armanc ku ew baregeh 2 hezar û 200 kîlometre di kûrahiya axa Îranê de ye.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Îsraîlê ragihand ku wan bi êrişê baregeha mûşekî ya "Îmam Huseyîn" kiriye armanc û berî ku mûşek ber bi Îsraîlê ve bên avêtin, ew baregeh bi temamî hatiye tunekirin.