Tehran (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li gel şandekî parlamenterên welatê xwe civiya ku di nava wan de 2 parlamenterên kurd jî hebûn. Rûhanî di civînê de soz da, ku di kabîneya nû ya hikûmetê de kursiyên kurdên sunnî zêdetir bike. Herwiha soza çareserkirina beşek ji pirsgirêkên kolberên kurd da.
Civîna parlamenterên Îranê ya li gel Hesen Rûhanî roja 23ê Tîrmeha 2017ê, li Koşka Serokatiya Komarê bi rêve çû. Di civînê de parlamenterên kurd ên Bane û Seqizê û herwiha yê Serdeşt û Pîranşarê jî amade bûn.
Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re ragihand, Serokomarê Îranê soz daye di kabîneya nû de 5 kurdên sunnî weke balyozên Îranê yên li welatên derve û herwiha 6 kurdên sunnî jî weke cîgirê wezîr destnîşan bike.
Bi gotina çavkaniyê Rûdawê di vê kabîneyê de ti parlamenterekî kurdê sunnî nabe wezîr û Rûhanî jî gotiye; “ez nikarim bi tenê biryarê di vî warî de bidim. Ji bo vê li hevkirina hemû aliyên desthilata Komara Îslamî ya Îranê heye.”
Di civînê de li ser daxwaza nûnerê Serdeşt û Pîranşarê, mijara binpêkirina mafên kolberan ji aliyê pasewanên sînor ve hatiye rojevê û Hesen Rûhanî soz daye, ku di demeke nêzîk de pêdeçûna vê rewşê bike.
Ji aliyê din ve, 214 parlamenterên îranî pêşniyar kirine, ku Bîjen Namdar Zengene weke “Wezîrê Petrolê” were destnîşankirin. Bîjen Namdar Zengene kurdekî şîe yê Rojhilatê Kurdistanê. Herwiha alîkarekî Hesen Rûhanî jî kurdekî Kengawerê ye.
Hesen Rûhanî van rojan bi pêkanîna kabîneya nû ve mijûl e. Li gorî gotina Berdevkê Fraksiyona Serbixwe ya Parlamentoya Îranê, dê nîvê kabîneya nû kesên nû bin.
Reformxazên Îranê dibêjin, wan di hilbijartinan de pişrtgirî dane Rûhanî, lewma divê hejmara wan di kabîneyê de zêdetir be.
Herwiha kurdan û sunniyan jî pişka xwe ya di kabîneya nû de divê. Li gorî zanyariyan zehmet e ku di kabîneya nû ya wezîran de cihê wan hebe.
Kabîneya Rûhanî divê ji fîltreya dijwar a Rêberê Îranê Elî Xamineyî re derbas bibe. Ev mijar di rojên derbasbûyî de bû sedema nerazîbûna hinek parlamenterên Îranê.
Parlamenter Elî Mûteherî gotiye: “Karekî ne rast e, ku beriya parlamentoyê lîsteya wezîran pêşkeşî Rêberê Komara Îslamî bikin.”
Li Îranê 5 wezîrên sereke bi razîbûna Rêberê Îranê tên diyarkirin. Lê Hesen Ruhanî berovajiyê dema derbasbûyî, dixwaze razîbûna Seyîd Elî Xamineyî ji bo wezîrên xwe werbigre.
Di rojên derbasbûyî de Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoyê Behrûz Nîmetî ragihand, Serokê Parlamentoyê Elî Larîcanî destûr nedaye 2 kesan da ku weke wezîr werin hilbijartin.
Ji bo pêkanîna kabîneya nû, destê Rûhanî weke ku ew dixwaze ne vekirî ye. Para hemû aliyan a kursiya wezaretan li gorî seng û giraniya wan dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse