Larîcanî:Ew bêedeb e!
Navenda Nûçeyan – Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî got, çalakiyên serbazî yên Rûsyayê li Hemedanê nehatine rawestandin.
Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî îro di civîna Parlamentoya Îranê de red kir ku çalakiyên serbazî yên Rûsyayê li firokxaneya Noje ya Hemedanê hatibin rawestandin.
Elî Larîcanî, Wezîrê Bergiriyê yê Îranê jî tometbar kir ku bêedebî li hember Parlamentoyê kiriye.
Larîcarî wiha got: “Ti tişt li firokxaneya Hemedanê nehatiye guhertin û tevgera firokeyên Rûsyayê li wir berdewam e. Lê nayê wateya ku Îranê bingeha serbazî dabe Rûsyayê. Tenê weke hevpeymanek firokeyên Rûsyayê li wê bingeha serbazî sûtemeniyê wedigrin.”
Wezîrê Bergiriyê yê Îranê Hisên Dêhqan gotbû bikaranîna firokxaneya Hemedanê ji aliyê Rûsyayyê ve tu pêwendî bi Parlamentoyê ve nîne.
Larîcanî ji ber vê yekê Hisên Dêhqan jî bi bêedebî tometbar kir û got: “Divê ev hişyarî bi Wezîrê Bergiryê bê dayîn ku wî li hember parlamentoyê dirûst neaxifiye û pêwîst e edeb li berçav bigirtiba.”
Duh roja Dûşemê, Wezareta Derve ya Îranê ragihad ku hemû çalakiyên serbazî yên Rûsiyê di firokxaneya Noje ya Hemedanê de bidawî hatine û hemû tîmên serbazî yên Rûsyayê ji Îranê derketine.
Lê îro Serokê Parlamentoya Îranê ev yek red kir û got, tu tiştek di fiokxaneya Hemedanê de nehatiye guhertin û tevgera firokeyên Rûsyayê li wir berdewam e.