Parlamenterên Kurd û Belûcî bersiva da Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - 13 parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê di Parlamentoya Îranê de li hember gotinên Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê di derbarê kolberan de nerazîtî nîşan da.

 

Wan her 13 parlamenteran di daxuyaniyekê de gotinên Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê bi neşiya û neguncaw dane zanîn.

 

Parlamenterên Kurd û Belûc dibêjin, diyardeya kolberiyê bi sedema pêşnexistin, hejarî û cudahîdanînan peyda bûye, ku sedema wê jî şêwaza berpirsyatiya nedirust a hikûmetên Îranê bûye, ji wan jî hikûmeta Hesen Rûhanî.

 

Bi gotina wan parlamenteran zêdetirî 100 hezar kes bi awayekî rasterast û nêzikî 7 milyon kes jî bi awayekî nerasterast debara jiyana xwe bi rêya kolberî û bazarçeyên sînorî dabîn dikin.

 

Li gor daxuyaniya wan parlamenterên Kurd û Belûc ev fikra qirêj e, ku her sal dibe sedema kuştin û birîndarbûna zêdetirî 150 kes ji wan kolberan.

 

Ev daxuyaniya wan parlamenteran di warê bersiva gotinên Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê Husên Zulfeqarî de ye ku gotibû, tiştek bi navê kolberiyê tune ye û her kesekî ku di sînoran re hatin û çûnê bike, hêzên Îranî dê teqe li wan bikin.