Îran: Amerîka û Îsraîl dixwazin Xamineyî bikujin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Îstixbaratê ya Îranê hişyarî da ku "Amerîka û Îsraîl hewl didin Rêberê Olî Ayetulah Elî Xamineyî bikin hedef û dixwazin aramiya Îranê têk bibin."
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) ya roja şemiyê, Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Îsmaîl Xetîb bal kişand ser asta gefê û got, "Dijmin carinan bi hewldanên sûîqestê û carinan jî bi êrişên dijminane hewl dide Rêberê Olî bikin hedef."
Gefên piştî şerê 12 rojan
Hîn ne diyar e ka Wezîr Xetîb di daxuyaniyên xwe de amaje bi bûyereke taybet kiriye an na lê rayedarên Îranî gelek caran behsa komployên derve dikin.
Lê belê tê gotin ku beriya "Şerê 12 Rojan" ê di navbera Îsraîl û Îranê de ku meha Hezîranê qewimîbû, gefên li ser jiyana Xamineyî bi vî rengî nedihatin ziman.
Xetîb tekez kir ku kesên di vî warî de tevdigerin -bi zanebûn an nezanî- "ajanên dijmin ên ku bi dizî ketine hundir" in û mebesta wî Amerîka û Îsraîl bû.
Bîlançoya şer û îdiayên Trump
Di şer û pevçûnên îsal de Îsraîlê rayedarên bilind ên leşkerî yên Îranê, zanyarên nukleerî, baregehên leşkerî û deverên niştecihbûnê kirin hedef û piştre Amerîka jî tevlî şer bû û tesîsên nukleerî yên sereke yên Îranê bombebaran kirin.
Li gorî îdiayên ku di dema şer de derketin holê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber tirsa mezinbûna şer rê li ber plana sûîqestê ya Îsraîlê ya li dijî Xamineyî girtiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ev îdia ji serê xwe avêtin lê parast ku gaveke wiha dê "şer bi dawî bike."
Trump wê demê diyar kiribû ku rêberê Îranê "hedefeke gelekî hêsan e" û gotibû, "Em dê wî tune nekin, qet nebe ne niha."
Lê piştre di parvekirineke xwe ya li ser xwe platforma Truth Socialê de Trump îdia kiribû ku wî Xamineyî ji "mirineke gelekî xerab rizgar kiriye."
Pizîşkiyan: Ez ji bo jiyana Xamineyî dilgiran bûm
Xamineyiyê 86 salî ku ji sala 1989an ve welêt bi rê ve dibe, di hemû karûbarên dewletê de xwediyê gotina dawî ye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî destpêka vê mehê di daxuyaniyekê de itîraf kiribû ku di dema şer de bi taybetî ji bo jiyana Xamineyî dilgiran bûye û tirsiya ye ku saziyên dewletê "bi hev re bikevin nav pevçûnan."
Xamineyî jî tîrmehê di daxuyaniya xwe de gotibû ku "armanca êrişên Îsraîlê yên di dema şer de lawazkirina Komara Îslamî, çêkirina kaosê û derxistina gel a kolanan û rûxandina rejîmê bû."
Her çiqas agirbesta ku 24ê Hezîranê hatibû ragihandin di meriyetê de be jî, Amerîka û Îsraîl gefan dixwin ku eger Tehran bernameya xwe ya nukleerî zindî bike ew dê êrişên nû pêk bînin.