Hewlêr (Rûdaw) – Li gor raporteke Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di sala 2018ê de li Îranê heft hezar kes bi sedemên siyasî hatine girtin.
Amnesty derbarê binpêkariyên Îranê yên di warê mafên mirovan de raportek belav kir.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî sala 2018ê weke "sala şermê" bo Komara Îslamiya Îranê bi nav dike û dibêje, di 2018ê de zêdetirî heft hezaran li Îranê bi sedemên siyasî û nîşandana nerazîbûnê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatine girtin û lêpirsîn bi wan re hatiye kirin.
Amnesty di raporta xwe de herwiha dibêje, ti heftî û meh nebûne ku pêkhateyên ciyawaz, jin, karker û mamostayên xwandigehan li Îranê çendîn kombûn û xwepêşandanên nerazîbûnê lidarnexistibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse