Li Îranê helîkopterek ket: Mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îsfehanê ya Îranê helîkopterek ket xwarê û pîlot û alîkarê pîlot jî di nav de 4 kes mirin.

Li bajarokê Dorçeyê yê navçeya Xumeynî Şahrê ya parêzgeha Îsfehanê helîkopterek ket.

Helîkopter li nav meydana fêkî û sebzeyan a bajarokê ket.

Pirsgirêka teknîkî

Li gorî zanyariyên destpêkê yên medyaya fermî ya Îranê, helîkopter îro serê sibehê dema difiriya ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê.

4 mirî

Birêvebirê Giştî yê Agirvemirandina Xumeynî Şahrê li ser qezayê daxuyanî da.

Birêvebirê Giştî ragihand, "Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest da.

Ew pîlot, alîkarê pîlot û du esnaf ku li meydana fêkî û sebzeyan dixebitîn in."

Hêzên ewlehiyê û tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê.

Lêkolîna li ser hûrgiliyên sedema teknîkî ya ketina helîkopterê didome.